Tirkiye perasyonên nû li dijî PKKê radigihîne

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê eşkere dike, operasyonên wan ên Payîz û Zivistanê ên li dijî PKKê îro destpê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê eşkere dike, operasyonên wan ên Payîz û Zivistanê ên li dijî PKKê îro destpê dike.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ragihand, wan dema Buhar û Havînê 12 hezar 382 operasyon li PKKê kirine û îro jî dest bi operasyonên Payîz û Zivistanê dikin.

Soylu got: “Îro 1ê Cotmehê, operasyonên me yên Buhar û Havînê yên dijî PKKê ko di 1ê Nîsanê de destpê kiribû îro dawî hat û îro jî me dest bi operasyonên Payîz û Zivistanê kir. Me hemû pilan û amedekariyên xwe yên van operasyonan temam kirine û em bi rê û rêbazên gelek nû şerê PKKê dikin.

 

S. B