Herdû bergûmanên teqîna Edeneyê, hatin kuştin
Herdû bergûmanên teqîna Edeneyê, li bajarê Eskîşehîrê hatin kuştin.
K24- Hewlêr
Herdû bergûmanên teqîna Edeneyê, li bajarê Eskîşehîrê hatin kuştin.
Di çarçoveya operasyona girtina bergûmanên teqîna Edeneyê de, Asayîşa Tirkiyeyê li bajarê Eskîşehîrê bi ser malekê re dadan û xwest her du bergûmanên teqîna Edeneyê xwe radest bikin. Lê wan xwe radest nekirin û di navbera wan du bergûmanan û hejmarek zêde yên polîsên taybet de, şerek dijwar çê bû. Di encamê de her dû bergûmanên teqînê canê xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn.
Hefteya burî, li Edeneyê dijî minîbûseke polîsan êrîşeke bombeyî hatibû kirin û 22 polîs birîndar bibûn. Partiya Komûnîst a Marksîst-Lenînîst-MLKP berpirsîya wê êrîş xistibû stûyê xwe.