Tirkiyeyê bingehên PKKyê li Heftanînê burdûman kirin
Arteşa Tirkiyeyê bingehên PKKyê yên li Heftanînê bombebaran kirin.
K24- Hewlêr
Arteşa Tirkiyeyê bingehên PKKyê yên li Heftanînê bombebaran kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê li Heftanînê dijî bingehên PKKyê operasyoneke asimanî hatiye kirin û di encamê de 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.
Ji alîkî din ve Hêzên Parastina Gel (HPG) jî bi daxûyaniyekê eşkere dike ko li Qersê devera Çemçê gerîlayên wan êrîşê leşkerên Tirkiyeyê kirine û 2 leşker hatine kuştin.