Akar: Dema avakirina baregehên leşkerî li rojhilatê Firatê hatiye
Akar got, heger mijûlkirin jî hebe, wan amadekariyên xwe kirine, planên wan B û C jî hene û pêwîst bibînin bi serê operasyon encam bidin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, niha bi Amerîkayê re li rojhelatê Feratê dest bi ger û firênên çavdêrî yên hevbeş kirine, niha dor hatiye binkeyên serbazî bêne avakirin. Akar got, heger mijûlkirin jî hebe, wan amadekariyên xwe kirine, planên wan B û C jî hene û pêwîst bibînin bi serê operasyon encam bidin.
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê got: “Li rojhelatê Feratê divê bi kûrahiya 30-40 kîlometre herêmeke ewle, korîdora aştiyê were avakirin û çekên giran û terorîst bên derxistin.”
Akar da zanîn, wan bi Amarîkayê re, li deverê dest bi gerên hevbeş û firînên hevbeş kirin. Niha jî bo avakirina binkeyên serbazî ew dixebitin.
Akar amaje bi wê yekê kir, Hevdîtin û danûstandinên bi Amerîkayê re heta ku di çarçoveya daxwazên wan de bin, ewê berdewam bikin. Eger mijûlkirin hebe, ev hevkarî û danûstandin dawî dibe. Ew bibiryar in û wa amadekariyên xwe kirine. Pêwîst be ew ê karê xwe bixwe bikin. Planên wan ên B û C jî hene.
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê tekez kir jî: “Li bakurê Sûriyê em tu carê rê nadin korîdoreka terorê bê avakirin. Divê her kes vê bizanibe. Armanca me ya dawî, li bakurê Sûriyê dawîanîna hebûna PKK, PYD, YPG ye. Em dixwazin li deverê herêmeka ewle ava bikin, da ku penaberên Sûrî bikaribin vegerin malên xwe.”
S. B