Soylu: Li Tirkiye ji 5 milyonan zêdetir penaber hene
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu da xuyakirin, li Tirkiyê ji 5 milyonan zêdetir penaber hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê dibêje, ji ber bûyerên li Îdlibê, eger heye 3 milyon û 750 hezar kes berê xwe bidin Tirkiyê.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu da xuyakirin, li Tirkiyê ji 5 milyonan zêdetir penaber hene û ji wan 3 milyon û 667 kes welatiyên Sûriyê ne. Bang li rayedarên Ewropayê kir ku, alîkar bin û pabendî sozên xwe bin.
Soylu got, li Îdlibê jî, ji ber pêşhatên dawî eger heye 3 milyon û 750 hezar kes koçber bibin û berê xwe bidin Tirkiyê. Da xuyakirin, divê di warê herêma ewle de jî, Yekîtiya Ewropa piştevaniya wan bike.
C.B