Gera sêyema bejahî ya hevbeş destpê kir
Gera sêyema bejahî ya hevbeş a hêzên Amerîka û Tirkiyeyê destpê kir.
K24- Hewlêr
Gera sêyema bejahî ya hevbeş a hêzên Amerîka û Tirkiyeyê destpê kir.
Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê ragihand: Gera sêyem a bejahî ya hevbeş a hêzên wan û Amerîkayê destpê kiriye û gera vê carê li rojhilatê Girê Spî bi rê ve diçe. Hejmarek leşkerên Tirkiyeyê, otomobîlên leşkerî û firokeyên bêfirokevan beşdarê gerê dibin.
Gera yekema bejahî ya hevbeş di 8ê Îlonê de û ya duyem jî di 24ê Îlonê de hatibûn encamdan.