Çend sozekên Adil Ebdulmehdî
Adil Ebdulmehdî, serok wezîrêm Îraqê di kombûna Civata Wezîrên Îraqê de, gotarek pêşkeş kir û çend xaleke çaksazîyê ragehand.
K24- Hewlêr
Adil Ebdulmehdî, serok wezîrêm Îraqê di kombûna Civata Wezîrên Îraqê de, gotarek pêşkeş kir û çend xaleke çaksazîyê ragehand.
Serok wezîrên Îraqê ragehand: Kar dikîn bo dana qerên biçûk, Çaksazî di rêveberîyê de, nehêlana hejarîyê, duristkirina delîveya kar, nehêlana gendelîyê, duristkirina yekeyên akincîbûnê û birrîna dû mûçeyîyê.
Ragehand jî: Em bi pêr daxwazêyên hevwelatîyan diçîn û kar dikîn bo bicihkirina wan daxwazîyan û di rûniştinên dahatî de tevaya xalan aşkera dikim.
Serok wezîrên Îraqê got jî: Dewleta Îraqê ji hemû alîyan ve pêşkevtin bi xwe re dîtîye. Niha elikitrîk û çandin ji berê baştirin. Peywendîyên derve bihêztirin û me welatek yekgirtî heye.
Sêşembîya bûrî li Îraqê xwenîşandan destpêkirin û bi sedema wê yekê jî zêdetir ji 100 kesan canên xwe ji dest dane nêzîkî çar hezar kes jî birîndar bûne.