Li ser dîroka rêvebiriyên heremî li Kurdistanê panele hat lidarxistin
Li Diyarbekirê, Ciwanên Neteweyî yên Kurdistan CNK, bi 2 Şaredarên Kurd ra panelekî li ser rêvebiriyên heremî li dar xist. Panelîst Mehdî Zana ku di sala 1978'an da wek namzetê Kurdan li Diyarbekirê dibe şaredar û Hevserokê dawî yê Şaredariya Mezin yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli ku ji karê xwe hatiye dûrxistin, ragihandin ku êrişên li ser rêvebiriyên Kurdan di her serdemê da berdewam bûne.
K24- Amed
Li Diyarbekirê, Ciwanên Neteweyî yên Kurdistan CNK, bi 2 Şaredarên Kurd ra panelekî li ser rêvebiriyên heremî li dar xist. Panelîst Mehdî Zana ku di sala 1978'an da wek namzetê Kurdan li Diyarbekirê dibe şaredar û Hevserokê dawî yê Şaredariya Mezin yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli ku ji karê xwe hatiye dûrxistin, ragihandin ku êrişên li ser rêvebiriyên Kurdan di her serdemê da berdewam bûne.
Serokê Şaredariya Diyarbekirê yê ku bi piştgiriya siyaseta Kurdistanî yekem car di sala 1978'an da hatibû bijartin Mehdî Zana û Hevserokê Şaredariya Mezin yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli ku ji peywirê hatiye dûrxistin, panelekî bi navê: 'Ji do heta îro rêvebiriyên heremî li Kurdisanê' li dar xistin. Pnela ku ji aliyê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê va hat lidarxistin da, bal hat kişandin ku Kurd destpêka şaristaniya cîhanê ne û her tim bi awayên medenî nêzikî gelên din û cîranên xwe bune. Lê li gel vê her tim bi êrişên hovane ra rû bir û maye.
Serok Şaredarê Diyarbekirê yê 1978'an Mehdî Zana ku piştî kutedaya leşkeri ya 1980'an bi tawanên cuda tê sicin kirin û êşkenceyên giran dibîne, ji bo Kurdistan24 jî axifî û da zanîn ku zilm, zordestî û êrişên hovane bi berdewamî li ser gelê Kurd tê meşandin û divê siyaseta Kurdistanê, li ser bingeha Kurperwerî mil bide hev û wan zilm û êrişên hovane têkbibe û bişkênin.
Mehdî Zana (panelîst- serokê şardariya Diyarbekirê yê sala 1978'an hatiye bijartin) got:"Ji berk u em bi Kurdî diaxifîn, kêfa gel bi me dihat û me anîn ser îş. Ji aliyê dinda jî dewlet jî ji bo ku em bi ser nekevin, dixebitiya. Piştî em hatin bijartin jî zilm û zordestî ddestpê kirin. Hemû helwest û li ser rawestina vê meseleyê, meseleya Kurdî bû. Ji bo ku em bisernekevin û gel biştgiriya xwe ji me vekişîne her leystik dihat leyîstin."
Adnan Selçûk Mizrakli jî, ragihand ku di her serdemê da, dijberên mafên Kurdan, her carê li êrişên xwe yên hovanê zêdekirî, heta niha jî dijberiya xwe didomînin. Mizrakli, da zanîn ku ji ber em rastiyê dibêjin, heqîqetê bilêv dikin, ev êriş tên kiri. Ji ber em dibêjin, em xwediyê vê erdnigarî û dîroka şaristaniya cîhanê ne, ev êriş jî ji ser me kêm nabin.
Endamê rêvebiriya Ciwanên Neteweyî Yên Kurdistanê Erdal Gokmen jî anî ziman ku êrişên li ser îradeya gelê Kurd, bi 2 kesên ku rastewxwe bi wan êrişan rukal bûne ra panelê li dar xistine û dixwazin bi xebatên wiha xizmeta bîreweriya Kurdistanê bikin.
Erdal Gokmen (endamê rêvebiriya CNK) dibêje:"Me got ku şaredariyên li aliyê Kurdistanê her tim di bin çavan da ne û ne dihêlin em xizmetekî bikin, ne jî dixwazin em bi ser bikevin. Loma jî Serok Şaredarê Kevin Mehdî Zana û Adnan Selçûk Mirakli ra me vê panalê lidarxist."
Panel bi beşdariya, siyasetmedar, rewşembîr û rêvebiriyên saziyên sivîl û welatiyan teqrîben demjimerekî berdewam kir û bi pirs û bersîvan xilas bû.