Parêzgarê Bexdayê dest ji kar kişand

Encûmena Parêzgeha Bexdayê, daxwaza Parêzgarê Bexdayê Felah Cezaîrî ya destkişandina kar qebûl kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Parêzgeha Bexdayê, daxwaza Parêzgarê Bexdayê Felah Cezaîrî ya destkişandina kar qebûl kir.

Medyaya fermî ya Iraqê belav kir, îro Encûmena Parêzgeha Bexdayê bi koma dengan, Felah Cezaîrî ji parêzgariya Bexdayê dûr xist û ji bo 5 rojan, deriyê kandîdkirina bo wê postê vekir.

Pêş destpêkirina xwepêşandanan bi hefteyekê, Parêzgarê Bexdayê daxwaza destkişandina ji postê xwe kiribû, îro jî deng li ser daxwaza wî hat dayîn.

Piştî çend rojan ji xwepêşandanan, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî soz da ku daxwazên xwepêşanderan bicih bike û îro jî çend çaksazî ragihandin.

Ji roja Sêşema bûrî 1ê Cotmehê ve xwepêşandanên Iraqê ji ber nebûna xizmetguzariyan û gendeliyê destpê kiribûn, di encamê de zêdetir ji 100 kesî hatibû kuştin û nêzîkî 400 kesî jî birîndar bûbûn.

 

S. B