Erdogan: Pêwîst e hêzên Amerîkî bi fermana Trump ji herêma ewle vekişin

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, herêma ewle plana wan e û ji bo bicîhkirina vê plane, hewlên wan berdewam dikin. Da xuyakirin, divîyabû hêzên Amerîkî di çarçoveya fermana Serokê Amerîka Donald Trump de ji navçeyê hatibin vekişandin, lê yên derdorê Trump guh nedan wî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li Enqerê di civîneke partiya xwe de got: “Duh kesek li ser televîzyonê derketiye dibêje, herêma Ewle plana Amerîka ye, haya Erdogan jê nîne. Min herêma Ewle di dema Obama de anî rojevê. Di dema Trump de jî. Birêz Trump hat ser gotina me û fermana vekişandina hêzên xwe ji Rojhelatê Firatê da. Lê yên li gel Trump, hê jî ev ferman bicîh nekirine.”

Erdogan amaje bi wê kir, “Di ser Iraqê re heta niha 30 hezar barhilgir tijî çek û alavên leşkerî bo vê derê hatine. Çima û ji bo kê tên şandin? Mafê me ye em hesabê vê bipirsin. 911 kîlometrê sînorê me ye û divê em parastina sînorê xwe bikin. Herêma ewle ku li ser nexşeyê me nîşan daye, rewş û helwesta me ya li herêmê nîşan dide."

Duhî Serokomarê Tirkiyê ragihandibû ku biryar hatiye dayîn ku operasyonekê li rojhilatê Firatê bê kirin û dema encamdana wê jî ne dûr e û hemû amadekarî hatine kirin.

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) radigihîne, çi operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê bê hevrêziya ligel Amerîka bike, dê ziyanê bigihîne berjewendiyên wan yên hevbeş.

S. B