Rêveberiya Xweser: Tirkiye êrîş bike, nikarin dîlên DAIŞ kontrolê bikin

Rêveberiya Xweser hişyariyê dide û radigihîne, heger Tirkiye êrîş deverên wan bike, dê navçe rastî tevliheviyek mezin bê û DAIŞ jî dê ji kontrolê derkeve.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser hişyariyê dide û radigihîne, heger Tirkiye êrîş deverên wan bike, dê navçe rastî tevliheviyek mezin bê û DAIŞ jî dê ji kontrolê derkeve.

Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Karûbarên Koçberan ya ser bi Rêveberiya Xweser ve daxuyeniyeke hevbeş belav kir û tê de hişyarî ji her êrîşeke Tirkiyê li ser deverên bakurê rojhilatê Sûriyê da.

Di daxuyaniyê de hatiye, di dema şerê li dijî DAIŞê li Baxozê, bi hezaran çekdarên DAIŞê û malbatên wan xwe radestî HSDê kirine û ew li Kampa Holê hatin bicihkirin ku bûye mezintirîn û metirstirîn kamp li Rojhilata Navîn.

Daxuyanî aşkere dike, li gor dawî amarên fermî 71 hezar û 658 koçber û kampa Holê hene, jê 30 hezar û 890 kes ji regeza Iraqî ne, 30 hezar û 314 kes koçberên Sûrî ne û 10 hezar û 454 kes jî ji regezên biyanî ne û her êrîşek li ser deverên bakur û rojhilatê Sûriyê, DAIŞ dê careke din xwe birêxistin bike û dê tevliheviyê zêde bike û ewê nikaribin kontora rewşê bikin.

Herwiha Rêveberiya Xweser daxwaz ji civaka navdewlet' dike, bi berpirsyatiya xwe rabe û dadgeheke navdewletî ji bo dadkirina çekdarên DAIŞê yên girtî ava bike.

 

S. B