Firansa derbarê gefên Tirkiyê bi deng hat

Hikumeta Firansayê daxwaz ji Tirkiyê kir xwe dûr bigire ji her reftarekê ku bibeb sedema ziyan gehandinê bi berjewendîyên Hevpeyamanîya Nêvdewletî dijî Daişê.

K24- Hewlêr

Hikumeta Firansayê daxwaz ji Tirkiyê kir xwe dûr bigire ji her reftarekê ku bibeb sedema ziyan gehandinê bi berjewendîyên Hevpeyamanîya Nêvdewletî dijî Daişê.

Wezareta Derveya Firansayê, ebro, Dûşembîyê di dayxunîyekê de ragehand: Çekdarên girtî yên Daişê ku li bakûra rojhelata Suriyê ne, pêwîste bihên dadgehîkirin.

Herweha di wê daxuyanîyê de hatîye,  Welatên Ewrûpa heya niha neçûyîne jêr barê daxwazîya Emerîkayê bo wergirtina û vegerandina wan girtîyên Daişê.

Evro, Dûşembîyê, serokê Emerîkayê ragehand, hêzên welatê xwe ji Suriyayê dê vekişîne.

Koçka Sipî aşkera jî kir , Tirkiyê di evan nêzîkan de dest bi operasyona serbazî bo ser bakûra Suriyê dike.

 Di nûtirîn pêşhat de, supayê Emerîkayê ji Serê Kanî û ji xaleke serbazî ya Girê Sipî bi temamî xwe vekişandî ye.

Ev xwe vekişandina Emerîkayê, piştî wê peywendîya telefonî dihêt ku di navbera Erdogan û Tiramp de hat encamdan .