Îran dijî hêrişa Tirkiyê ye bo ser bakûra Suriyê

Mehemd Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê û Mewlûd Çawîşoglû, şeva burî peywendîyeke telefonê encamdan derbarê pirsa Suriyê.

K24- Hewlêr

Mehemd Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê û Mewlûd Çawîşoglû, şeva burî peywendîyeke telefonê encamdan derbarê pirsa Suriyê.

Li gor mêdya yên Îranê, wezîrê derveyê Tirkiyê ragehandîye: Operasyonên Tirkiyê di nav axa Suriyê de demkî dibin û armanca Tirkiyê paraztina yekparçeyî ya axa Suriyê ye.

Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê jî nîgeranîya xwe derbarê hêrişa Tirkiyê bo ser axa Suriyê derbirî û bi hevtayê xwe yê Tirkiyê ragehandîye: Îran dijî her operasyoneke Tirkiyê ye di axa Suriya de û pêwîste rêz li serwerîya axa Suriyê bihêt girtin.

Zerîf ragehand jî: Bo paraztina asayîşa û vegerandina akincî û tenahîyê bo Suriyê pêwîste rêkkevtina Edene bihêt bicihkirin.