Pêntagon: Helwêsta xwe ya nû ragehand derbarê livîna hêzên wê li bakûra Suriyê
Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) şêwaz û livîna hêzên xwe li bakûra Suriyê aşkera kir.
K24- Hewlêr
Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) şêwaz û livîna hêzên xwe li bakûra Suriyê aşkera kir.
Gotebêjê pêntagon, Conatan Hofman ragehand: Li gor nerîna me duristkirina devera aram li bakûra Suriyê baştirîn rê ye bo destvehînana tenahîyê û akincîyê.
Got jî: Cihê daxê ye Tirkiyê rêya karkirina tekalî xiste ber xwe.
Herweha got: Me ji encama wê helwêsta Tirkiyê biryar daye hêzên xwe ji arasteya hêrişa çaverêkirî ya Tirkiyê dûr bixîn daku asayîşa hêzên xwe biparêzîn.
Tekez jî kir: Heya niha ti guhertinek bi ser hêzên me re li bakûra Suriyê nehatîye.