Pêntagon: Helwêsta xwe ya nû ragehand derbarê livîna hêzên wê li bakûra Suriyê

Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) şêwaz û livîna hêzên xwe li bakûra Suriyê aşkera kir.

K24- Hewlêr

Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) şêwaz û livîna hêzên xwe li bakûra Suriyê aşkera kir.

Gotebêjê pêntagon, Conatan Hofman ragehand: Li gor nerîna me duristkirina devera aram li bakûra Suriyê baştirîn rê ye bo destvehînana tenahîyê û akincîyê.

Got jî: Cihê daxê ye Tirkiyê rêya karkirina tekalî xiste ber xwe.

Herweha got: Me ji encama wê helwêsta Tirkiyê biryar daye hêzên xwe ji arasteya hêrişa çaverêkirî ya  Tirkiyê dûr bixîn daku asayîşa hêzên xwe biparêzîn.

Tekez jî kir: Heya niha ti guhertinek bi ser hêzên me re li bakûra Suriyê nehatîye.