Welatiyên Girê Sipî û Serê Kaniyê koçber dibin
Welatiyên Girê Sipî û Serê Kaniyê ji tirsa malên wan bêne bombebarankirin, malên xwe bicih dihêlin û koçber dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Welatiyên Girê Sipî û Serê Kaniyê ji tirsa malên wan bêne bombebarankirin, malên xwe bicih dihêlin û koçber dibin.
Peyamnêrê K24ê ragihand, Firokeyên Tirkiyê yên F-16 li esmanê her du bajarên Girê Sipî û Serê Kaniyê difirin û cihên cuda bombebaran dikin.
Da zanîn, ji encama bombebaranê û ji bo parastina canê xwe, xelkê Girê Sipî û Serê Kaniyê ji malên xwe derdikevin û ji bajar ber bi cihên ewletir diçin.
Pêştir Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû, Tirkiye dest bi êrîşî bakurê û rojhilatê Sûriyê bike, dê karesateke mirovî dê rû bide.
Serokomarê Tirkiye Recep Teyip Erdogan îro destpêkirina operasyona leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên Tirkiyê yên F-16 dest bi bombebarana bajarokên Girê Sipî, Serê Kaniyê û çend cihên din dikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî da zanîn, 25 firokeyên Tirkiyê li esmanê hemû bajar û bajarokên sînorî difirin û bombebaran dikin.