Firokeyên Tirkiyê Serê Kaniyê û Girê Sipî bombebaran dikin

Firokeyên şer û topxaneya Tirkiyê Tirkiyê her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî bombebaran û topbaran dikin û şer di navbera artêşa Tirkiyê û HSDê li wan her bajaran bi giranî berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer û topxaneya Tirkiyê Tirkiyê her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî bombebaran û topbaran dikin û şer di navbera artêşa Tirkiyê û HSDê li wan her bajaran bi giranî berdewam e.

Peyamnêrê K24ê li ser sînorê da zanîn, artêşa Tirkiyê ji şeva bûrî ve ewl dide derbasî nava Serê Kaniyê bibe, lê şervanên HSDê berevaniyê dikin û rê nadin artêşa Tirkiyê derbas bibe, ji ber wê jî firokeyên şer ên Tirkiyê bi giranî bajaran bombebaran dike.

Amaje bi wê jî kir jî, şer û pevçûn li gundê Silok jî di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên HSDê jî bi giranî derketiye.

HSDê balev kir, di encama êrîşên ser Serê Kaniyê de 75 leşkerên Tirkiyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve hatine kuştin û 7 tank jî şikandine.

 

 

S. B