HSD amara şerê ji duhî ve belav kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amarên şer û pevçûnê ji duhî ve belav kir û ragihand duhî ve 78 leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatine kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amarên şer û pevçûnê ji duhî ve belav kir û ragihand duhî ve 78 leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatine kuştin.
Navenda Ragihandina HSDê di daxuyaniyekê de diyar kir, ji duhî şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Tirkiyê de berdewam in û ta niha78 leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatine kuştin, 29 kes birîndar bûne, 7 zirîpoş ji cura (BMB) û otombîlên leşkerî hatin rûxandin.
Serê Kaniyê
Diyar kir jî, ji îro sibê ve artêşa Tirkiyê bi alîkariya firokeyan û topan êrîşî taxa Zorava û taxa Pîşesazî kir û şervanên wan ew êrîş şikandin.
Herwiha artêşa Tirkiyê hewl da bikeve taxa rojavayê bajarê Serê Kaniyê û riya Til Temirê birire, lê ew jî hat hewa wan jî hat şikandin.
Amûdê
Artêşa Tirkiyê bajarê Dirbêsiyê topbaran kir. Pevçûn di navbera şervanên wa û çeteyan de çêbû û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Qamişlo
Di roja 4’emîn de seranserê bajar hate topbarankirin. Di encama êrîşan de li parka gel sîvîlek şehîd bû.
Dêrik
Di encama bersivdana hevalên me de li gundê Babîl sîlaheke giran hate rûxandin. Her wiha di encama êrişên artêşa dagirker de sîvîlekî jiyana xwe ji dest da.
Hesekê
Wesayîtek bombebarkirî li kêleka deriyê girtîgeha çekdarê DAIŞ ya li taxa Xuwêran xwe hate teqandin.
Kobanê
Li ser êrîşeke ji baregehek artêşa Tirkiyê, şervanên wan bi çalakiyekê baregeha li hember Qultepe rûxand. Li gundê Recm el-Hîlwa şervanekî wan birîndar bû.
Girê spî
2 gund ji dagirkeriya çekdaran hatin rizgarkirin. Di heman demê de bê navber bajar û derdora wê tên bombebarankirin. Şer û pevçûn li seranserî bajar berdewam e.
Di 11’ê mehê de 6 şervanên HSDê di encama êrîşeke esmanî de şehîd bûn.
Her wiha li her du aliyên bajar, di çalakiyên hêzên HSD de 3 çekdar û û leşkerekî di encama çalakiyek sekvanî de hatin kuştin.
Di encama êrîşa esmanî li ser Mebrûka de 3 endamên asayîşê şehîd bûn, endamek jî birîndar bû û bi 3 endamên din re jî pêwendiya wan qut bû. Dîsa di encama êrîşa hewayî de endamekî asayîşê şehîd bû.
Bi giştî di şer de 87 çekdar hatin kuştin û 32 çekdar brîndar bûn.
31 şervanên HSD şehîd bûn û 36 şervanên HSDê jî birîndar bûn.
Herwiha 4 sîvîl ku Sekretera Partiya Sûriyeya Pêşeroj Hevrîn Xelef jî di nav de ye, şehîd bûn.
S. B