Hêzên supayê Suriyê ber bi Kobanê û Minbic bi rê kevtin

Ajansa Nûçe yên Suriyê (SANA) belav kirîyê ku yekeyên artêşa Suriyê ber bi bakûr ve dilive bo berngarbûna hêrş û destdirêjîyên Tirkiyê bo ser axa Suriyê

K24- Hewlêr

Ajansa Nûçe yên Suriyê (SANA) belav kirîyê ku yekeyên artêşa Suriyê ber bi bakûr ve dilive bo berngarbûna hêrş û destdirêjîyên Tirkiyê bo ser axa Suriyê

Berî niha hêzên Rusya li Suriyê ragehand: Supayê hikumeta Suriyê amadekarîyê dike daku biçine deverên Kobanê û Minbicê.

Li gor ragehandina bingeha serbazîya Rûsîyê li Himêmîm, ev kar bi rêkkevtin di navbera HSD û hikumeta Suriyê hatîye kirin.

Hêzên Rûsya jî daxwaz ji Tirkiye û hevpeymanan kir di dema çûna supayê hikumeta Suriyê xewe bigirin û ti enîyeke şer li dijî artêşa Suriyê nevekin.

Berê jî, nûçegehanê Kuristan24 li Rojava ya Kuridistanê ragehandibû, Mehemed Şahîn, cêgirê hevserokê Herêma Furatê aşkera kir, li ser binemaya rêkkevtina di navbera Suriya Demokrat (HSD) li gel hikumeta  navend, artêşa Tirkiyê amadekarîyê dike daku biçe nav Kobanê.

Di evê çarçoveyê de Ûmer Osê, endamê perlemana Suriyê bi Kurdistan24 ragehand, gotûbêjên rasterast di navbera hikumeta navendîya Suriyê û HSDyê derbarê vegeran supayê Suriyê hatîye kirin.