HSD: Hemû êrîşên Tirkiyê li ser Serê Kaniyê hatin şikandin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, şervanên wan li hemû eniyên şer hemû êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve şikandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, şervanên wan li hemû eniyên şer hemû êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve şikandin.
HSDê di daxuyaniyekê de aşkere kir, şer û pevçûn ji du rojan ve bê navber berdewam e. Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar hewl didin di aliyê bakurê rojhilatê bajarê Serê Kaniyê re derbasî bajêr bibin, lê ev êrîşa wan hat şikandin.
Li gor daxuyaniya HSDê, di wan şer û pevçûnan de hejmareke mezin ji kuştî û birîndaran di nava artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de hene. Duhî 27 çekdar hatin kuştin û du tireks hatin rûxandin.
Amaje bi wê jî kir, bombebarana firokeyan û topbarana topxaneya artêşa Tirkiyê ranewestiye.
Êrîşa Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin li ser Rojavayê Kurdistanê îro di roja şeşemîn de berdewam e.
Ev yek di demekê de ye, HSD û Rêveberiya Xweser ragihandine, wan li gel hikûmeta Sûriyê li hev kirine, ku hêzên artêşa Sûriyê bi dirêjahiya sînorî li gel Tirkiyê bêne bicihkirin.
Di wê derbarê de Hevserokê Desteya Cîbicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihand, rêkeftina bi hikûmeta Sûriyê re tenê ji bo parastina sînoran e û tenê di warê leşkerî de ye.
S. B