Tirkiye: Operasyona me li bakûra Suriyê berdewam dibe
Wezîrê berevanîya Tirkiyê ragehand, operasyonên supayê welatê wî berdewam dibe li Rojavaya Kurdistanê û bakûra Suriyê.
K24- Hewlêr
Wezîrê berevanîya Tirkiyê ragehand, operasyonên supayê welatê wî berdewam dibe li Rojavaya Kurdistanê û bakûra Suriyê.
Xelusî Akar, wezîrê berevanîya Tirkiyê di kongireyeke rojnamevanî de, ragehand, Girê Sipî û Serê Kanîyê li jêr kontirola me de ne û operasyona me li bakûrar Suriyê berdewam dibe. Em dijî hemû rêkxistîyên terorist xebatê dikîn, xebata me, dijî xelkê nîye, li ba me aramî û akincîya Kurd li Tirkiyê û Suriyê giringe.
Got jî, li Eyîn Îsa zîndanîyên Daişê hebûn, YPGyê ew azadkirin û revîyan, me li gel hevpeymanan ev pirs gengeşe kirîye.