Yekêtî ya Ewrûpayê dijî Tirkiyê daxawazekê ji endamên xwe dike
Yekêtî ya Ewrûpayê daxwaz ji welatên endam dike, piroseya firoştina çek bi Tirkiyê rawestînin.
K24 – Hewlêr
Yekêtî ya Ewrûpayê daxwaz ji welatên endam dike, piroseya firoştina çek bi Tirkiyê rawestînin.
Hevdem Yekêtî ya Ewrûpayê hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra Suriyê şermezar kir.
Wezîrê derveyê Firansayê, Can Êv Lodiryan, evro Dûşembîyê ragehand pêwîste wezîrên derveyên Yekêtî ya Ewrûpayê hêrişa Tirkiyê şermezar bikin.
Got jî: Me daxwaz ji Emerîkayê kirîye, kombûneke Hevûpeymanîya Nêvdewletî li dijî Daişê bihêt encamdan.
Herweha got jî, ew hêrişa Tirkiyê karesateke mirovî li deverê durist kirîye.
Ev helwêsta Yekêtî ya Ewrûpayê piştî narezayî û şermezarkirina wê hêrişa Tirikyê dihêt bo ser rojavaya Kuridstanê ji alîyê Firansa û hejmareke welatên din yên ewrûpayê.