Şer çêbû di navbera hêzên Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve

Şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Munbicê derket.

K24- Hewlêr

Şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Munbicê derket.

Nûçegehanê Kurdistan 24 ragehand ku piştî ku îro hêzên rejîma Sûriyê derbasî nava bajarê Munbic bûn, şer di navbera wan û  çekdarên opozîsyonê yên ser bi Tirkiyê ve derket. Herwiha ji encama vî şerî jî leşkerekî rejîma Sûriyê hatiye kuştin.

Piştî ku HSDê ji bajarê Munbic derketibû, Hêzên rejîma Sûriyê lê bi cih bûne.