Li Serê Kaniyê şerekî dijwar rû dide
Peyamnêrê K24ê li nêzîk Serê Kaniyê ragihand, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve ji îro danê sibê ve dest bi topbarana bajarê Serê Kaniyê kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li nêzîk Serê Kaniyê ragihand, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve ji îro danê sibê ve dest bi topbarana bajarê Serê Kaniyê kirine.
Kurdistan24 zindî romala rewşa bajarê Serê Kaniyê û êrîşa artêşa Tirkiyê dike û li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li wî bajarî, şer û pevçûn dijawr di navbera HSD û artêşa Tirkiyê de li derdora Serê Kaniyê rû didin.
Hevdem, şervanên HSDê karîn gundê Til Helef li rojavayê Serê Kaniyê ji destê mîlîşyayên Tirkiyê vegerînin û kontrol bikin.
Ev yek di demekê de ye, duhî HSDê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, şer û pevçûn ji du rojan ve bênavber berdewam e. Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar hewl didin di aliyê bakurê rojhilatê bajarê Serê Kaniyê re derbasî bajêr bibin, lê ev êrîşa wan hat şikandin.
S. B