Rûsya: Em rê nadin, şer di navbeyna artêşa Sûriye û Tirkiyê de çêbibe

Serokatiya Rûsyayê ragihand, ew rê nadin, şer di navbeyna artêşa Sûriye û Tirkiyê de çêbibe.

K24- Hewlêr

Serokatiya Rûsyayê ragihand, ew rê nadin, şer di navbeyna artêşa Sûriye û Tirkiyê de çêbibe.

Alêksander Lavrêntîev, şanderê Serokê Rusya ji bo Sûriyê ragihand, ewleyiya sînorê Sûriye digel Tirkiyê, ji berpirsiyariya artêşa Sûriyê ye. Got jî, tu rêkeftin di navbeyna Rûsya û Tirkiyê de, derbarê Operasyona bakurê rojhilatê Firatê nebû û Operasyona Tirkiyê li wê navçeyê, nayê qebulkirin.

Got, ku bi navbeynkariya Rûsyayê, danûstandin di navbeyna  hikumeta Sûriyê û Tirkiyê de çêdibin. Herweha ew navbeynkariyê, di navbera Kurdan û hikumeta Sûriyê de jî, dikin.

Herweha Wezareta berevaniya Rusiyê ragehand , hikumeta Suriyê zêdetirî hezar kîlometie çargoşe li derdora Minbic kontrol kiriye.