Amerîka: Tirkiyê tawanên mirovî li bakûra rojhelata Suriyê encam daye û Erdogan jê berpirsê e
Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê dibêje, digel hemû hişyarîyên Amerîka û civaka navnetewî Serokomarê Tirkiyê operasyonek yekalî liser bakurê Sûriyê encam da ye û tawanên mirovî jî, di nav de , berpirsê hemûyan - Serokomar Erdogan e.
K24- Hewlêr

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esper bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir, operasyona yekalî ya bi fermana Serokomar Erdogan li bakurê Sûriyê, bûye sedemên karesatên mezin, awarebûn, wêranbûn û bêaramiyê û gef li ser hêzên Amerîkî zêde kirin e.
Da xuyakirin, ew vê dagîrkirinê qebûl nakin, ku ziyan gihandiye şerê dijî DAIŞê û bûye sedem, ku gelek çekdarên tirsnak yên DAIŞ, bên berdan.
Da zanîn, tu pêwîstiya vê operasyonê nebû. Serok Erdogan ji hemû encamên operasyonê berpirsiyar e, ku eger a ji nû serîhildan a DAIŞ, tawanên şer û mezinbûna krîza mirovî heye. Herweha pêwendiyên navbera her du welatan jî, ziyanên mezin dîtin e.
Esper got, ew dê heftiya bê, li Brukselê seredana NATO bike, ku plan dike hemû endamên NATO fişarên dîplomasî, aborî deynin ser Tirkiyê