Espanîya biryareke giring li dijî Tirkiyê derxist

Espanîya wek yek ji welatên endam di Yekêtîya Ewrûpayê de, biryar da firoştina çekan bi Tirkiyê ragire.

K24- Hewlêr

Espanîya wek yek ji welatên endam di Yekêtîya Ewrûpayê de, biryar da firoştina çekan bi Tirkiyê ragire.

Roja Dûşemebî, 14/10/2019 Yekêtîya Ewrûpayê biryar da welatên endam di navê wê yekêtîyê de, firoştina çekan bi Tirkiyê rawestîne. Berî biryara Yekêtîya Ewrûpayê Nerwîc,Siwêd , Holende, Elmanîya, finlenda û hejmareke welatên din yên Ewrûpayê jî e biryara wergirtin.

Sedema rawestandina firoştina çekan bi Tirkiyê ji encam hêrişên wê ne bo ser rojavaya Kurdistanê, ku li 9ê evê mehê destpêkir.