Trump ji bo rewşa Sûriyê bi Demokratan û Komariyan re dicive

Ji bo guftûgokirina rewşa Rojavayê Kurdistanê, îro Serokê Amerîka Donald Trump bi serkirdeyên her du partiyan Demokratan û Komariyan re li Koşka Sipî dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo guftûgokirina rewşa Rojavayê Kurdistanê, îro Serokê Amerîka Donald Trump bi serkirdeyên her du partiyan Demokratan û Komariyan re li Koşka Sipî dicive.

Hat ragihand, di wê civînê de serkirdeyê Komariyan di Encûmena Pîran de Mitch McConnell, serkirdeya Demorata Nancy Pelosi û hejmarek ji endamên Komîta Pêwendiyên Derve ya Encûmena Pîran û Encûmena Nûneran û her du komîteyên Hêzên Çekdar de ên Encûmena Pîran û Encûmena Nûneran amade dibin.

Endamên Kongressa Amerîka derbarê biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîka nerazî ne, ku wê yekê rê da Tirkiyê dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê bike.

Serkirdeyê Demokratan Chuck Schumer îro ragihand, wan pêşnumayeke hevbeş li dijî biryara Serokê Trump pêşkêşî Kongressê kirine.

Schumer li twittera xwe nivîsî, piştî biryara Serok Trump a vekişîna hêzê ji bakurê Sûriyê, qerebalixî û lawazî li Sûriyê rû daye, ji ber wê divê Kongress bi serkirdayetiyeke bihêz îdareya vê rewşê bike.

Ji aliyê xwe ve, Senatorê Komariyan jî Lindsey Graham dabû zanîn, ewê sibe projeyasayeke derbarê sepandina sizayan li ser Tirkiyê pêşkêş bike.

  

S. B