hêzên Hikûmeta Sûriyê xwe amade dikin derbasî bajarê Kobanî bibin
Piştî Til Temir, Eyn Îsa û Minbic, hêzên hikûmeta Sûriyê xwe amade dikin derbasî bajarê Kobanî bibin.
K24- Hewlêr
Piştî Til Temir, Eyn Îsa û Minbic, hêzên hikûmeta Sûriyê xwe amade dikin derbasî bajarê Kobanî bibin.
Nûçegîhanê Kurdistan24 li bajarê Kobanî got, ku hêzên hikûmeta Sûriyê xwe amade dikin derbasî Kobanî bibin, û hêzek zêde jî, anîne deverê .
Herweha her îro Hêzên Sûriya Demokrat ragihandiye, piştî vekşandina Hêzên Hevpeymanan, artêşa Sûriyê dê derbasî Kobanî bibe.
Hêzên Sûriya Demokrat ragihandiye, ku ligor rêkeftina di navbeyna wan û hikumeta Sûriyê de, artêşa Sûriyê dê derbasî Kobanî bibe, piştî vekşandina Hevpeymaniya Navdewletî ji hêzên xwe.
Gotiye jî, ew hîn jî, çekdarên DAIŞê yên di zîndanên wan de dimîn in diparêzin, lê tundiya êrîşên Tirkiye, wî karî asteng dike.