Artêşa Suriyê pira Qeraqozaq derbas kir û ber bi bajarê Kobanî ve diçe
Nûçegîhanê Kurdistan24 li bajarê Kobanî got, ku hêzên hikûmeta Sûriyê pira Qereqozaq derbas kirine û niha berê xwe dane bajarê Kobanê, û hêzek zêde jî, anîne deverê .
K24- Hewlêr
Nûçegîhanê Kurdistan24 li bajarê Kobanî got, ku hêzên hikûmeta Sûriyê pira Qereqozaq derbas kirine û niha berê xwe dane bajarê Kobanê, û hêzek zêde jî, anîne deverê .
Herweha her îro Hêzên Sûriya Demokrat ragihandiye, piştî vekşandina Hêzên Hevpeymanan, artêşa Sûriyê dê derbasî Kobanî bibe.
Hêzên Sûriya Demokrat ragihandiye, ku ligor rêkeftina di navbeyna wan û hikumeta Sûriyê de, artêşa Sûriyê dê derbasî Kobanî bibe, piştî vekşandina Hevpeymaniya Navdewletî ji hêzên xwe.
Gotiye jî, ew hîn jî, çekdarên DAIŞê yên di zîndanên wan de dimîn in diparêzin, lê tundiya êrîşên Tirkiye, wî karî asteng dike.