Şanderê Neteweyên Yekgirtî û wezîrê derve yê Suriyê civînek encam dan
Şanderê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen digel wezîrê derve yê Sûriyê li Dîmeşq a paytexta Sûriyê civînek encam dan.
K24- Hewlêr
Şanderê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen digel wezîrê derve yê Sûriyê li Dîmeşq a paytexta Sûriyê civînek encam dan.
Îro Şanderê Navdewletî ji bo Suriyê Geir Pedersen û Wezîrê derve yê Suriyê Welîd elMu'elim civiyan. Di civînê de, her dû aliyan behsa rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê, herweha Operasyona Tirkiyê liser wê navçeyê kirin . Welîd elMu'elim ragihand, ku kirdarên djiminkaran e yên Tirkiyê liser Sûriyê, Krîza Sûriyê dirêjtir dike û karê Komîteya Destûrê jî, asteng dike.
Herweha Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê, dilgiraniya Neteweyên Yekgirtî û Emîndarê Giştî yê wê rêxistinê anî ziman û daxwaz a rawestandina şer li wê deverê kir. Da zanîn, ko ev şer prosêsa siyasî asteng dike.