Serokê perlemana Ewrûpayê: Divêt sizayên tundtir bi ser Tirkiyê re bihên sepandin
Deyvîd Sasolî, serokê perlemana Yekêtîya Ewrûpayê bi Kurdistan24 ragehand, bi sedema hêrişên Tirkiyê bo ser Bakura Suriyê (rojavaya Kurdistanê) pêwîste danûstandinên taybet bi endambûnê di Yekêtîya Ewrûpayê de li gel Enqere bihêt ragirtin û sizayên tund jî bixin ser Tirkiyê.
K24- Sitrssborg

Sasolî, nîgeranîya xwe jî, ji hêrişên Tirkiyê derbirî û tûrebûna xwe nîşan da û ragehand, ev hêrişên hanê pêngaveke bo duristkirina şer ji alîyê welateke endam di NATOyê de.
Xuya jî kir, ku divêt ruhin û zelal bin û hemû hewlek bihêt dan bo ragirtina evan hêrişan û got: Hemû alîyek ev daxwazî ji Tirkiyê kirîye, lê Enqere guh nedaye ewan daxwazîyan. Lew divêt Yekêtî ya Ewrûpa pêngavên zêdetir hebe, ku sizayên tundtir bi ser Tirkiyê re bisepîne û destbicih gotûbêjên taybet bi endambûna Tirkiyê di Yekêtîyê de ragire.