Royterz: Tirkiyê serê Kanîyê bûrdûman dike

Ajansa Nûçe ya Royterzê belvkirîye, sera wê yekê ku agirbest hatîye ragehandin, lê supayê Tirkiyê evro Serê Kanîyê burdûman dike.

K24- Hewlêr

Ajansa Nûçe ya Royterzê belvkirîye, sera wê yekê ku agirbest hatîye ragehandin, lê supayê Tirkiyê evro Serê Kanîyê burdûman dike.

Topabrana Tikiyê di demekê de şeva burî Emerîka  û Tirkiya agirbest li rojavaya Kurdistanê ragehandin û divîya hêzîn YPGyê di dema 120 demjmêran ji devera aram biçin derve.

Şervanên Kurd li bajrokê berdewamin ji berevanîkirinê û sera wê yekê jî ku di çaremîn roja hêrişê ragehandibû ku wê dest bi ser Serê Kanîyê re dagirtine, lê heya niha jî ew dever her li jêr kontirola HSDye.

Evro 10 roj in supayê Tirkiyê hêrişa asmanî û zemînî dike ser Serê Kanîyê, lê nekaîye kontirol bike.

Hevdem, duhî di dije hêrişekê de Hêzên Suriya Demokrat (HSD) şîyan heft gundên din ji sinûrê bajarkê Teltemir ji jêr destê Supayê Tirkiyê û milîşîyayên hevpeymanên wê derxîne û wan careke din kontirol bike.

Şeva burî Erdogan û Mayik Pêns, cêgirê serokê Emerîkayê, gehiştin rêkkevtinekê û li gor wê rêkkevtinê agirbest ragehandin.

Cêgirê Donal Tiramp, seokê Emerîkayê ragehand, Kurd pabendê agirbestê dibin.