Sînatoreke xuya xuya yê Demokratan: Ji kongirêsê ve sizayan bi ser Tirkiyê re disepînîn
Kirîs Van Holin, Sînatorê dîyarê Demokratxwazên Emerîkayê ragehand, ser wê yekê ku agirbest hatîye ragehandin lê di kongirêsê de, siza bi ser Tirkiyê re dihên sepandin.
K24- Hewlêr
Kirîs Van Holin, Sînatorê dîyarê Demokratxwazên Emerîkayê ragehand, ser wê yekê ku agirbest hatîye ragehandin lê di kongirêsê de, siza bi ser Tirkiyê re dihên sepandin.
Kirîs Van Holin, di tiwîter a xwe ragehandîye, li gel Lîndisî Giraham, Sînatorarê Komarîyan, kar li ser wê yekê dikîn ku di kongirêsê de ewan sizayan bi ser Tirkiyê re bisepînîn ewên berê wan amade kiribûn.
Ew sinatorê Demukratîyan dibêje: Sera wê yekê ku pêşwazî hatîye kirin ji vê agirbestê; lê hêj mercên din hene ku pêwîste siza bihên sepandin, ev rêkkevtin rê dide Tirkiyê cinosayidê li devereke berfireh dijî Kurd Encam bide.
Tekez jî li ser wê yekê kir, ku ev karê Tirkiyê dibe sedema dûbare serheldana Daişê li deverê.
While a 120-hour ceasefire is welcome, the other terms cave to the maximalist demands of Erdogan and would allow Turkey to ethnically cleanse a big swath of Kurdish areas and lead to a revival of ISIS. @LindseyGrahamSC and I will continue to pursue our sanctions bill. https://t.co/7PtSNZrNDG
— Chris Van Hollen (@ChrisVanHollen) October 17, 2019