Hevpeyman ji firokexaneya serbazîya Kobanê vekişiyan

Hêzên Hevpeyamanîya Nêvdewletî dijî Daişê ji firokexaneya Sirîn ji Kobanê vekişiyan

K24- Hewlêr

Hêzên Hevpeyamanîya Nêvdewletî dijî Daişê ji firokexaneya Sirîn ji Kobanê vekişiyan

Rewngeha Suriyê bo Mafên Mirovî ragehand: Hêzên hevpeymanîya Nêvdewletî ji firokexaneya Sirîn ji Kobanê vekişiyan.

Ev di demekê de ye Mark Êsper, wezîrê Berevanîya Emerîkayê di kongireyeke rojnamevanî de ragehand: xuyaye di demeke bêzîk de, tevaya hêzên xwe ji Suriyê dê vekişînîn bo rojavaya Îraqê daku berdewam bîn li berengarbûna Daişê li Îraqê û hevkarîkirina hêzên wî welatî.

Wezîrê berevanîya Emerîkayê got jî, hêzên me nêzîkî hezar sebazane û di çend heftîyên dahatî de teva wan bo Îraqê dê veguhêzîn.