Berevanîya Rûsya: Hêrişa Tirkiyê bûye sedema ku 12 zîndanên çekdarên bîyanî bê pasewan bin
Wezîrê Berevanîya Rûsya, Sêrgî Şiwîgo ragehand, hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra Suriyê bûye sedema ku 12 zîndanên çekdarên bîyanî yên Daişê bê pasevan bin û ev yek jî rê dide wan teroristan birevin û vegerin welatên xwe yên berê.
K24- Hewlêr

Şiwîgo di Korbenda Ewelkarîyê de li Bincîn paytexta Çînê, got: ji encama hêrişên serbazî yên Tirkiyê li Suriyê, 8 kempên penaberan û 12 zîndanên çekdarên bîyanî yên Daişê bê pasewan mane, ev jî dibe sedema wê yekê tîrorist vegrin welatên xwe yên berê.
Şiwîgo got jî: Pêwîste civaka nêvdewletî hewlên xwe yek bixe bo berengarbûna tîroristan û aydolocîya yên wan. Wezareta bervanîya Rûsyayê jî, di vî warî de, şarezayeke berfireh peyda kirîye û em amadeyine, wê şarezayîya me ya berfireh pişik bikîn li gel hevbeşên xwe li devera Asîya û zerya ya Mend.
Cihê bîranînê ye, sûpayê Tirkiyê li 9 vê mehê hêriş kire ser bakûra rojhelata Suriya Rojava ya Kurdistanê dijî Hêzên Suriya Demokrat ku ji alîyê emerîkayê ve dihat piştîvanîkirin û Tirikyê bi hêzeke terorist na dike û Tirkiye bi hêrişa xwe dixwaze devreke aram li bakûra rojhelata Suriyê ava bike.
çavkanî: RT