Elmanîya: Tirkiyê yasayên nêvdewletî pêşêl kirîne
Wezîrê derve yê Elmanîya ragehand, hêrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê dijî yasayên nêvdewletîye û bo sepandina sizayan jî bi ser Tirkiyê re destên wan vebûyî ye.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Elmanîya ragehand, hêrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê dijî yasayên nêvdewletîye û bo sepandina sizayan jî bi ser Tirkiyê re destên wan vebûyî ye.
Hayko Mas, wezîrê derveyê Elmanîya di hevpeyvînekê de bo telefizyona ZDF ragehand, Elmanîya di wê bawerîyê de ye destpêkirina operasyonekê dijî hêzên Kurdî nerewa ye û dijî yasayên nêvdewletî ye û ewa Tirkiye dike dagîrkarîye.
Amaje bi wê yekê jî kir, me bu ruhnî gotî ye ku destên me vebûyî ne ku her rêyekê bixîn pêş xwe, bi sepandina sizayên abûrî ve jî.
Li gor nûtirîn rapirsî jî li Elmanîya, bi egera hêrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê 91% ji Elmanîyna dijî firoştina Çek in bi Tirkiyê û 61% daxwaz dikin sizayên abûrî bi ser Trikiyê re bihên sepandin.
Berê jî Elmanîya û çend welatên din yên Ewrûpayî, bi sedema hêrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê, firotina çekan bi Tirkiyê re ragirtin. Herweha Elmanîya yek bûye ji welatên dîyar li cengê dijî terorê û bandoreke berçav hebûye.