Îran dijî pêgeha serbazîya Tirkiyê li Suriyê bi deng hat
Wezareta derve ya Îranê ragehand: Welatê wan dijî damezirandin bingeha serbazîya Tirkiyê ye li Suriya û evê yekê red dike.
K24- Hewlêr
Wezareta derve ya Îranê ragehand: Welatê wan dijî damezirandin bingeha serbazîya Tirkiyê ye li Suriya û evê yekê red dike.
Evro, Dûşembîyê 21/10/2019, Ebas Mûsewî, gotebêjê wezareta derve ya Îranê di konfiranseke rojanamevanî de got: Îran damezirandina pêgeha serbazîya ser bi Enqereyê ve li Sûriyê red dike.
Mûsewî got jî: Tehran dixwaze çaerserîya kirîza Suriyê bi rêya dîplomasî be û pêwîste rêz li yekêtîya axa Suriyê bihêt girtin.