Mezlûm Ebdî: Em xalên çavneriyê yên Tirkiye qebul nakin

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî anî ziman, ku “ne mumkin e xalên çavnêriyê yên Tirkiye li rojavayê Kurdistanê qebul bikin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî anî ziman, ku “ne mumkin e xalên çavnêriyê yên Tirkiye li rojavayê Kurdistanê qebul bikin”.

Ebdî got, ku “tu agahdariya wan liser xalên çavnêriyê yên Tirkiye liser xak a rojavayê Kurdistanê nîn e. Me di vê derbarê ligel tu aliyan axaftin jî, nekiriye. Ji xwe pêngavek weha qebul jî nakin.

Liser herêma divê hevdîtin û rêkeftin pêk werin. Divê hêzên Neteweyên Yekgirtî hewl bidin werin bo herêmê - wekî garantor, û divê rêgiriyê li hewldanên Tirkiye yên qirkirinê bikin. Pêşeroja herêmê divê di çarçoveyek giştî ya çareseriyê de were diyar kirin. Tu têkiliya Tirkiye bi rojava û Sûriye re nîn e. Dewleta Tirk dive ji herêmê derkeve”.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment