Tirkiye: Heke YPG vekişe dema agirbest dihêt dirêjirkirin
Gotebêjê serokatîya Tirkiyê ragehand, heke YPG bi temamî ji devera aram xwe vekişîne, renge dema agirbestê bihêt dirêjkirin.
K24- Hewlêr
Gotebêjê serokatîya Tirkiyê ragehand, heke YPG bi temamî ji devera aram xwe vekişîne, renge dema agirbestê bihêt dirêjkirin.
Îbrahîm Kalin, gotebêjê serokatîya komara Tirkiyê ragehand, qonaxa yekem ji rêkkevtinê li gel Emerîkayê, ji westandina şer pêk dihêt û qonaxa dûyem jî, vekişandina YPG ye.
Amaje bi wê yekê jî kir, ku wan rê daye YPGyê ji Girê Sipî û Serê Kanîyê xwe vekişîne, heke bi temamî vekişe, renge dema agirbestê bihêt dirêjkirin.
Tekez jî kir, operasyonên me dê bihên westanidin, heke YPG di dema destnîşankirî de bi temamî xwe vekişîne.
Evro, Sêşembîyê 22/10/2019, li demjmêr 10:00 şevê dema agirbesta ragehandî di navbera Emerîka û Tirkiyê de bi dawî dihêt.