Adil Ebdulmehdî hejmareke fermandeyên serbazî ji kar dûr dixe

Çavkanîyek ji hikumeta Îraqê ragehand, Adil Ebdulmehdî, fermandeyê hêzên çekdarên Îraqê her yek ji fermandeyê Firqeya 11, fermandyê lîwa ya 45 û fermandeya polîsên parêzgehên Babil, Necef, Zîqar, Musenna û Qadisîye ji kar dûr xistin.

K24- Hewlêr

Amaje bi wê yekê jî da, ku ji kar durxistina evan fermandeyên serbazî û ewlehî ji ebcama vekolînê ji xwenîşandanan dihêt.

Ji alçyeke din ve wezareta berevanîya Îraqê ragehand, wan ferman derxistîne bo vegerandina zêdetri ji 10 hezar serbazan daku vegerin ser erkên xwe ku berê ji erkên xwe hatibûn dûrxistin.

Vegeran wan serbazan pişkeke ji 108 hezar serbazên ku berê hatibûn dprxistin û hikumet hewil dide wan vegerîne bo ser erkên xwe yên berê.

Ew serbazên hanê, bi sedema hêlana pêgeh û erkên xwe di dema şerê Daişê de li sala 2014yê hatibûn dûrxistin.