Civata Nîştîmanî Îraqê hoşdarîyê dide xwenîşanderan
Civata Asayîşa Îraqê tekez dike, rê nade xwenîşan rê ya aştîyê biguherin bo tundûtijîyê.
K24- Hewlêr
Civata Asayîşa Îraqê tekez dike, rê nade xwenîşan rê ya aştîyê biguherin bo tundûtijîyê.
Di kombûneka Civata Asayîşa Nîştîmanîya Îraqê de, bi serokatîya Adil Ebdulmehdî, fermandeyê giştîyê hêzên çekdarên Îraqê, tekz li ser mafê encamdana xwenîşandanên aştîyane kir ji alîyê hevwelatîyan, herweha civatê bi erek a hêzên ewlekarîyê zanî, ku parêzgarîyê ji xwenîşanderan û sazîyan bikin.
Hevdem Civatê biryar da, rê nede xwenîşandan ji rêya aştîyê derkev in. ev di demekê de ye, ku çaverê dihêt kirin subehî, Heynîyê careke din li Îraqê xwenîşandanên berfireh dest pê bikin.