Kiremlîn hûrkarîyên rêkkevtina Potin û Erdogan aşkera dike
Gotebêjê koçka serokatîya Rusya, Dimîtrî Bîsov ragehand, rêkkevtina di navbera Potin û Erdogan piştî şeş demjimêran ji gotûbêjan bi dawî hatîye.
K24- Hewlêr
Gotebêjê koçka serokatîya Rusya, Dimîtrî Bîsov ragehand, rêkkevtina di navbera Potin û Erdogan piştî şeş demjimêran ji gotûbêjan bi dawî hatîye.
Bîşkov behsa wê yekê jî kirîye ku herdû alî, serokê Rûsya, Viladîmêr Potin û serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan, di despêkê de dû demjmêr û nîvan gotûbêjkirine bi madebûna wergêrên wan û herdû alîyan komeke nexşeyan li ber destan bûne û bi hûrî kar li ser kirine.
Bîskov got jî: dûv re wezîrên berevanîya herdû welatan û hejmareke şarezayên herdû alîyan gotûbêj kirine û dûv re jî rênamyî dayîne wezîrên derveyên herdû welatan ku reşnivîsa rêkkevtinê binivîsin. Xuya jî kir, dûv re her yek ji Potin û Erdogan bi reşnivîsê re de çûyne û hevber kirîne û pesind kirîne.
Sêşembîya burî, li Suçî Potin û Erdogan kombûn û piştî kombûnê wezîrên derveyê Rûsya û Trikiye deqa bîrwernameye li hevtêgehêjtina hevpişik di navbera Potin û erdogan vexwîndin.