Amnêstî: Tirkiye bi zor û lêdan û derewan penaberên Sûriya vedigerîne Sûriya.

Rêxistina lêburîna Nêvdewletî raghand, Tirkiye bi zorê, lêdan û derewan penaberên Sûriya vedigerîne Sûriya.

K24- Hewlêr

Rêxistina lêburîna Nêvdewletî raghand, Tirkiye bi zorê, lêdan û derewan penaberên Sûriya vedigerîne Sûriya.

Rêxistina Lêburîna Nêvdewletî (Amnêstî) di raporetekê de belavkirîye, ku hikumeta Tirkiye  kiryarên xirab li beranber penaberên Sûriyayê dike daku wan vegerîne Sûriya.

Li gor raporta wê rêxistnê, Tirkiye bi dû rêyan penaberan vedigerîne Sûrya, yek bi lêdanê û zorê,  rêya din jî bi pêşkêşkirina belgeyên nemana dema vemana wan di Tirkiye de ku ew jî  ne raste. Li gor amnêstî Tirkiye  penaberên Sûria vedigerîne navçeyên ku şer lê heye û metrisî li ser jiyana wan heye.