Rûsya avakirina “herêma ewle” ji aliyê NATOyê ve red dike
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Mosko kontrolkirina “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê NATOyê ve red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Mosko kontrolkirina “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê NATOyê ve red dike.
Sergey Lavrov ji rojnamevanan re ragihand, pêşniyaza kontrolkirina “herêma ewle” ji aliyê NATOyê ve red dikin, ji ber ku ew bîroke ti karekî erênî tê de nîn e.
Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe li ser bîrokeya avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê bi biryareke Encûmena Asayişa Navdewletî de got: Rûsya tênagihe armanca avakirina herêmeke ewle di bin çavdêriya navdewletî de.
Got jî, têgihîştina Rûsî – Tirkî ya li bajarê Socî hatiye îmzekirin, dê mafên hemû aliyan ku Kurd jî di nava wan de li xwe bigire.
Amaje bi wî jî da, têgihîştina Rûsya û Tirkiyê îmze kirine, ji aliyê Beşar Esed û berpirsên hêzên Erkê Xweparstinê yên Kurdî ve hatiye qebûl kirin.
Ev yek di demekê de ye, Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêr ragihand, hin bendên têgihîştina Rûsî – Tirkî hene, ji aliyê wan ve nayin qebûlkirin û wan têbînî û daxwazên xwe ji Rûsya re birê kirine.
Herwiha Almanyayê ragihand, heger “herêma ewle” di bin çavdêriya navdewletî de bê avakirin, ew amade ye 2500 leşker bişîne Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê.
S. B