Erdogan: Amerika sozên xwe bicîh neanî!
Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan da diyarkirin, ku: “Amerika bi nivîskî ji me re da xuya kirin, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji deverê em rêkeftî, paqij kirin e, lê mixabin paqij nekirin e!”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan da diyarkirin, ku: “Amerika bi nivîskî ji me re da xuya kirin, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji deverê em rêkeftî, paqij kirin e, lê mixabin paqij nekirin e!”
Erdogan anî ziman, ku “Li hemberî êrîşên, ku li dijî welatê me pêk tên, em herema ewle pêktin in. Me pêngavên girîng jî, di vê derbarê de avêtin e. Em digihin armanca xwe. Bi operasyonên me yên Mertala Firatê û Şaxa Zeytûnê me heremêk 4 hezar km çargoşe kiribû heremek ewle. Bi operasyona Kaniya Aştiyê jî, 4 hezar û 200 km çargoşe lê zêde kir.
Ligor rêkeftina me ligel Rûsya jî, bi 340 km ferehî û 30 km kurahî heremek ewle ya ji terorîstan paqijkirî pêktin in. Ligel Rûsya em çavnêriya vê proseyê dikin. Dem jî, 150 demjimêr in, ger di vê demê de pêk neyê, em dê bi destê xwe paqij bikin”.
Hin tişt rû didin, ku me dilgiran dikin…
“Lê, hin tişt rû didin, ku me dilgiran dikin. Hûn temaşe dikin, serokên dewletên mezin bi serokên terorîstan re liser mêzekê rûdin in û diaxifin. Em ligel van terorîstan liser mêzekê na rûn in, û navbeynkariyê jî qebûl nakin. Em dê çi bikin? Tu Amerika yî! Were, em bi te re liser mêzekê rûn in! Bi te re biaxifin. We Cîgirê Serok Pence, Wezîrê derve hinart cem me. Em rûniştin, axifîn, li hevûdu kir! Me got: Di nav 120 demjimeran de, we paqij kir, paqij kir, we nekir, em dê bikin! Nameyek nivîskî ji me re rêkirin – ku, me paqij kir. Lê, paqij nekirin e!”…
C.B