Piştî rêkeftina Soçîyê, hevdîtina Enqere û Şamê pêkan e?
Piştî rêkeftina Soçîyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê êdî zêdetir Rêekftina Edeneyê û di vê çarçoveyê de jî rasterast hevdîtina Enqere û Şamê tê nîqaşkirin.
K24 – Enqere
Piştî rêkeftina Soçîyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê êdî zêdetir Rêekftina Edeneyê û di vê çarçoveyê de jî rasterast hevdîtina Enqere û Şamê tê nîqaşkirin. Li gorî pisporên Tirkiyê di heyama nêz da nebe jî wê Tirkiye neçar bimîne ku di heyama navîn da li gel hikûmeta Sûrîyeyê bicive. Di egera hevdîtina Tirkiye û Sûriyê de ku ev 8 sal in bi fermî hemû pewyendîyên xwe qut kirine, pispor bal dikşînin ser daxwazên Tirkiyeyê û dibêjin wê Enqere mijara vegerandina penaberan û garantîkirina milîsên girêdayî xwe bîne rojevê.
Di Rêkeftina Soçîyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê da xala herî balkêş ew e ku dê Enqere û Moskow hewl bidin ku Lihevkirina Edeneyê ya di navbera Tirkiye û Sûrîyeyê careke din zindî bikin. Heta di cîbicihkirina vê rêkeftina ku bi fermî maweya wê di sala 2014an da bidawî bûbû Rûsya wê rola hêsankirin û navbeynkarîyê bilîze. Her wiha di encama vê rêkeftinê da piştî 8 salan cara ewil wê leşkerên Sûrîyeyê li sînorên Rojvayê Kurdistanê û Tirkiyeyê bicih bibin û bi hêzên çekdar yên Tirkiyeyê ra jî rûbirû bimînin.
Ji loma jî li Tirkiyeyê êdî zêdetir li derdorên polîtîk û pisporan ve di asteke bilind da hevdîtina Enqere û Şamê tê nîqaşkirin.
Pispora Peywendîyên Navdewletî Denîz Altinsoy di vê derbarê de ji K24ê re got: "Rêkeftina Edeneyê ya 5 xalî ji bo parastina sînorê her du welatan hatibû îmzekirin. Ji loma jî bi bingeha vê rêkeftinê gelek hêsan e ku Enqere û Şam dest bi hevdîtinan bikin. Di demekî kurt da nebe jî, wê di heyama navîn da êdî her du welat dest bi hevdîtin û serdanên fermî bikin. Her wiha hebûn û garantîya Rûsyayê jî li sînor rê li ber egera pevçûna leşkerên Tirk û Sûrîyê digre."
Li gorî hin pisporan, Enqere tam eşkere neke jî li sînorên xwe bicihbûna leşkerên Sûrîyeyî kêfxweş e. Hin analist didin zanîn ku di egera hevdîtina Enqere û Şamê da mijar û daxwazên sereke yên Tirkiyeyê wê vegerandina penaberan û garantîkirina Artêşa Sûrîyeya Azad bin.
Cîgirê Serokê Sazîya SASAMê Muhammed Işik dide zanîn: "Hevdîtina Enqere û Şamê li gorî seyra proseyê ye. Yanê heke YPG li gorî rêkeftina Soçîyê xwe vekişîne û leşkerên Sûrîyeyî bicih bibin wê demê hevdîtina wan zêdetir mimkun dixuye. Piştî vê proseyê wê Enqere û Şam zêdetir nerm bibin. Helbet di egera hevdîtinê da Enqere wê hewl bide ku Artêşa Sûrîyeya Azad bixe nav garantîyê."
Li Tirkiyeyê ji partîya opozîsyona sereke CHPê heta Partîya Saadetê gelek alî û derdorên berfireh ji hikûmeta Ak Partîyê daxwaz û banga hevdîtina li gel hikûmeta Sûrîyeyê dikin.