Pedersen: Divê Komîta Destûrê kar bo bidawîkirina karesata Sûriyê bike

Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand, divê Komîta Destûrê kar bo bidawîkirina karesata Sûriyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand, divê Komîta Destûrê kar bo bidawîkirina karesata Sûriyê bike.

Şanderê taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo pirsa Sûriyê Geir Pedersen ragihand, 1ê meha Mijdarê, Komîteya Destûrê ya Sûriyê, yekemîn civîna xwe encam bide û dê projeya nivîsandina Destûrê destpê bike.

Geir Pedersen di konferanseke rojnamevanî de ragihand, biryarên Komîta Destûrê ya Sûriyê divê bi awayekî tewafiqî (lihevkirin) bên girtin, ne bi rêjeya ji sedî be.

Da zanîn, dê destûra niha ya Sûriyê, dê bibe bingehek ji bo destûra bê ya wî welatî.

Amaje bi wê jî kir, ev komîte bi tenê nikaribe pirsgirêk û krîza Sûriyê çareser bike, lê ew gaveke girîng ber bi Sûriyeya nû ye.

 

S. B