Erdogan: Em devera Aram li Sûriyê berfireh dikin
Serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragehand, welatê wî bi hevahengîya li gel Waşintunê devera aram li Sûriyê dê berfireh bike, heke ev yek pêwîst bû. Tekez jî kir Tirkiye amadeye operasyoneke din li dijî Kurd emcam bide.
K24- Hewlêr
Serokê Tirkiyê Recep Teyîp Erdogan ragehand, welat wî dê bi hevahengîya li gel Waşintunê devera aram li Suriyê dê berfireh bike, heke ev yek pêwîst bû. Tekez jî kir jî, Tirkiye amade ye operasyoneke din li bakurê Sûriyê encam bide.
Serokê Tirkiyê Recep Teyîp Erdogan careke din gef li rojavayê Kurdistanê dixwe û dide zanîn, wan di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de herêmek ewle ava kirine û ew niha wê herêmê bihêz dikin.
Erdogan tekez kir jî, ger pêwîst bibe ewê sînorên herêma ewle berfirehtir bikin.
Serokomarê Tirkiyeyê herwiha da zanîn, kûrahiya gera hevbeş a hêzên Rusya û Tirkiyeyê heft kîlomtre ye.