Tirkiya û çekdarên ser wê, hejmareke gundan kontirolkirin
Artêşa Tirkiya û komên çekdarên ser bi wê ve, hejmareke gundên derdora Serê Kanîyê kontirolkirin.
K24- Hewlêr
Artêşa Tirkiya û komên çekdarên ser bi wê ve, hejmareke gundên derdora Serê Kanîyê kontirolkirin.
Ajansa SANA ya fermîya hikumeta Suiryayê belavkirîye, ku artêşa Tirkiyayê û komên ser bi wê ve, rê ya Tel Temir û Ebûrasên girtin, ew jî pişt wê yekê hat ku gundên Sîbatîye, Menax, Riclêt Elhmera, Cemîle û Qasimîye ji gundewarên Serê Kanîyê kontirolkirîn.
Duhî şereke dijawar di navbera komên ser bi Tirkiya û artêşa Sûriyayê de rûda û di encam de artêşa Suriyayê ji enîyên pêşîya şer xwe vekişandibû.